Netanyahu bi awayekî sergirtî peyamek da Amerîkaya ku şandina çekan ya ji bo Îsraîlê daye rawestandin
Ankara
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu bi rêya vîdeoyê bi awayekî sergirtî peyamek da rêveberiya Amerîkayê ya ku şandina çekan bo Tel Avîvê daye rawestandin.
Netanyahu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî di peyama xwe ya vîdeoyê da got Îsraîl li gor sala 1948an ya ku serxwebûna xwe îlan kir bihêztir e.
Netanyahu ji bo rawestandina sewqiyata çekan ya Amerîkayê bi awayekî sergirtî peyamek da û wiha got: "Heke hewce bike ku em bi tenê bimînin, em ê bi tena serê xwe bimînin. Wek ku min berê jî gotibû, heke hewce bike em ê bi neynûkên xwe va şer bikin."
Li gor hin nûçeyên ku di çapemeniya Amerîkayê da hatibûn weşandin û navên çavkaniyan nehatine eşkerekirin, Amerîkayê sewqiyata hin çekan ji bo Îsraîlê bi awayekî demkî rawestandiye û ev pêvajo di çarçoveya geşedanên Refahê da ye.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austîn destnîşan kiribû ku di çarçoveya êrîşa berfireh a bejayî ya Îsraîlê ya li ser Refahê da ew nirxandinê dikin. Austîn gotibû sewqîyata çekên ku wê di demeke nêz da ji vî welatî ra bên şandin hatiye rawestandin.