Dinya

Netanyahu êrîşên xwe yên devkî yên dijî Qeterê zêde kirin

Zein Khalil, Ali Semerci  | 17.09.2025 - Rojanekırın : 17.09.2025
Netanyahu êrîşên xwe yên devkî yên dijî Qeterê zêde kirin

Istanbul

 Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu piştî êrîşa asîmanî ya beriya heftiyekî ya li dijî Qeterê, êrîşên xwe yên "devkî" yên dijî Qeterê zêde kirin.

Li gorî nûçeya rojnameyên Yedioth Ahronoth û Maarivê Netanyahu li nivîsgeha xwe ya li rojavayê Qudsê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Netanyahu got ku wî rexneyên tund li Qeterê kirine û "di dema şer da ew bi zelalî anîne ziman".

Netanyahu îdîa kir ku "Eger Qeter bixwesta, dikaribû zextek pir bihêztir bikira û ji bo em hemû kesên me yên revandî (girtiyên Îsraîlî) azad bikin, alîkariya me bikira" û îdîa kir ku Qeter bi Hemasê va girêdayî ye, piştgiriyê dide Hemasê, mazûvaniya Hemasê dike û wê fînanse dike.

Netanyahu îdia kir kesê ku li televîzyona Al Jazeera temaşe bike, dê bibîne ku dij-Semîtîzm, dij-Siyonîzm û dij-Amerîkîzmek tê da ye ku bi salan e berdewam e.

Netanyahu, îdia kir ku encamek zelal heye, wan li Qeterê tedbîr girtine û Hamasê cihek ji bo veşartinê nedîtiye, got ku ev peyamek pir xurt e ji bo rêberên Hamasê û dijminên Îsraîlê yên li her derê.

Netanyahu diyar kir ku ti têkiliyên wî yên bazirganî bi Qeterê ra nînin û qet bi vê mijarê ra eleqedar nabe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.