Netanyahû îdia kir ku li gorî plana Trump ewê dagîrkeriya Îsraîlê li Xezeyê bidome

Quds
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû îdia kir ku li gorî plana Serokê DYAyê Donald Trump ewê dagîrkeriya Îsraîlê li gelek deverên Xezeyê bidome û ewê dewleta serbixwe ya Filistînê neyê avakirin.
Netanyahû li ser hesabê medyaya civakî Xê ya bi navend DYA, derbarê hevdîtina xwe ya digel Trump da nirxandin kir.
Netanyahû got, "Ji dêvla ku Hemas Îsraîl bixe tengasiyê, Îsraîlê Hemas xist tengasiyê."
Netanyahû îdia kir ku "Cîhan tevî Cîhana Erebî û Îslamê, fişarê dixin ser Hemasê ji bo ku şertên ku Îsraîlê digel Trump amade kiriye, qebûl bike."
Netanyahû bal kişand ser plana agirbesta li Xezeyê û berdêlîkirina dîlan a ku Trump li Qesra Spî eşkere kir û îda kir "ewê hemî dîlên Îsraîlî yên li Xeta Xezeyê azad bibin û li hember vê ewê dagîrkeriya Îsraîlê ya li gelek cihên Xezeyê berdewam be."
Netanyahû îdia ki ku ewê pabend bi plana Trump bi teqez "dewleta Filistînê ava nebe" û anî ziman ku ne Trump ne jî wî bixwe tiştek wisa eşkere nekiriye.
Netanyahû herwiha destnîşan kir ku Trump di axaftina xwe ya li Lijenya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî da, rexne li dewletên ku Filistînê weke dewlet nas kirin, girtiye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.