Dinya

NATOyê cihê qismeke personelên eskerî yên li Iraqê ji bo demekî berwext guherand

NATOyê ragihand ku cihê qismeke personelên eskerî yên di çarçoveya mîsyona perwerdeyê da li Iraqê ne ji bo demekî berwext guherand.

Elif Irmak  | 07.01.2020 - Rojanekırın : 08.01.2020
NATOyê cihê qismeke personelên eskerî yên li Iraqê ji bo demekî berwext guherand

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

NATOyê ragihand ku cihê qismeke personelên eskerî yên di çarçoveya mîsyona perwerdeyê da li Iraqê ne ji bo demekî berwext guherand.

Rayedarê NATOyê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ewlehiya personelê gelekî girîng e.

Rayedarê NATOyê bi bîr xist ku ji ber vê yekê îtifaqê fealiyetên mîsyona perwerdeyê ya li Iraqê ji bo demekî berwext rawestand û destnîşan kir ku ji bo pêkanîna ewlehiya personelê her cure tevdîr hatin hildan.

Rayedarê NATOyê got ku "Em cihê qismeke personelên xwe yên eskerî hem li nav Iraqê hem jî li dervayî wî ji bo demekî berwext diguherînin."

Rayedarê NATOyê diyar kir dema ku rewşa ewlehiyê baş bû NATO amade ye ku dîsa mîsyona perwerdeyê ya li Iraqê bidin destpêkirin û destnîşan kir Îtifaq di têkoşîna dijî terora navneteweyî da biryardar e. 

Rayedarê NATOyê diyar kir ku ji bo parastina ewlehiya personelê dê bêtir agahiyên operasyonel nedin.

- 500 personel peywirdar in

Li mîsyona perwerdeyê ya Iraqê ya NATOyê ya ku di sala 2018an da li ser daxwaza hikûmeta iraqê li paytext Bexdayê hat avakirin ji mitefîqên cuda biqasî 500 personel

peywirdar in

Armanca mîsyonê ew e pêşiyê bigire ku DEAŞa rêxistina terorê li Iraqê dîsa fealieyet bike û digel 29 endamên NATOyê welatên hevpar Awistralya, Swêd û Fînlandiya jîpiştgirî didê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın