NATO: Tirkiye ji bo pêkanîna ewlehiya Ewropayê zehf girîng e
Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê got, "Norwêc, Amerîka, Kanada, Îngiltere û li başûr jî Tirkiye ji bo pêkanîna ewlehiya Ewropayê welatên girîng in"

Berlin
Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê li Berlînê di axaftina li Weqfa Korber da li ser polîtîkayên ewlehiyê daxuyanî da.
Stoltenberg diyar kir ku eskerên Yekîtiya Ewropayê nikarin bi tena serê xwe Ewropayê biparêzin û bal kişand ser girîngiya NATOyê.
Stoltenberg got, "Norwêc, Amerîka, Kanada, Îngiltere û li başûr jî Tirkiye ji bo pêkanîna ewlehiya Ewropayê welatên girîng in.
Stoltenberg ji welatên endamê îtifaqê xwest ku bira pereyê ji bo parastinê xerc dikin derxin asta ku NATO dixwaze, dibê Almanya pereyê ji bo parastinê xerc dike ne ji bo qenciyê ji Amerîkayê ra bike ji bo pêkanîna ewlehiya xwe zêde bike.
Stoltenberg roja yekşemê di daxuyaniya dabû rojnameya Bîld am Sonntagê da gotibû dibê qebûl bikin ku Tirkiye mitefîqekî girîng e û wiha pê da çû bû: "Di têkoşîna dijî DEAŞê û ji holê rakirina qaşo xîlafetê da Tirkiyeyê bi biryardarî tevkeriyeke mezin da. Tu mitefîqekî qasî Tirkiyeyê penaberên ji Sûriyeyê hilneda. Tirkiyeyê 3,6 milyon welatiyên Sûriyeyê hilda û tu welatekî endamê NATOyê qasî Tirkiyeyê rastî êrîşan nehat."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.