Selen Temizer
20 Sibat 2023•Rojanekirin: 21 Sibat 2023
NATOyê ragihand, zêdetir ji 1000 konteynerên ku dê piştî erdhejên navend Meraş bişîne Tirkiyeyê jê 600 konteynerên ewil li keştiyê hat barkirin û keştî ji Îtalyayê derket rê.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya NATOyê, keştiya 600 konteyner barkirî di 19ê Sibatê da ji Bendera Tarantoyê ya Îtalyayê bi rê ket.
Sewqiyat ji bo ku herî kêm 4 hezar erdhejzede bi awayekî demkî bihêwirin, tê kirin.
Tê pêşbînîkirin ku konteyner hefteya bê bigihîje Îskenderûnê û piştî ku ekîpman werin teslîmkirin, kamp dê were avakirin.
Hatibû ragihandin, tesîsên baregehên ku di tetbîqat û operasyonên NATOyê da tên emilandin, derfetên wekî germkirin, jenerator û tedawiya tibî li xwe digirin.