Dinya

NATO: Hemû hevpeyman dê ji bo parastina her santîmetroyeke ji axa hevpeymaniyê tiştê ku pêwîst e bikin

Şerife Çetin, Selen Valente Rasquinho  | 26.03.2026 - Rojanekırın : 28.03.2026
NATO: Hemû hevpeyman dê ji bo parastina her santîmetroyeke ji axa hevpeymaniyê tiştê ku pêwîst e bikin

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte destnîşan kir ku hemû hevpeyman dê ji bo parastina her santîmetroyeke ji axa hevpeymaniyê tiştê ku pêwîst e bikin.

Rutte di civîna çapemeniyê ya li baregeha NATOyê ya li Brukselê da, ku bi boneya eşkerekirina Rapora Salane ya NATOyê ya 2025an hat lidarxistin, pirsa nûçegihanê AAyê ya li ser gelo dê tedbîrên zêdetir ji bo misogerkirina ewlehiya Tirkiyeyê di ronahiya geşedanên li Rojhilata Navîn da werin girtin, bersivand.

Rutte diyar kir ku ew nikare derbarê planên eskerî da bikeve nav hûrgiliyên veşartî, lê got, "Lêbelê ez dikarim ji we ra piştrast bikim; NATO hevpeymaniya eskerî ya herî bihêz a dîroka cîhanê ye û hemû hevpeyman dê her tiştê ku pêwîst e bikin da ku her santîmetroyeke axa hevpeymaniyê biparêzin."

Rutte diyar kir ku îmhekirina 3 moşekên balîstîk ên ku Tirkiye hedef digirtin nîşaneke eşkere ya vê yekê ye.

Sekreterê Giştî yê NATOyê got, "Em ê her tiştê ku pêwîst e bikin da ku ewlehiya xwe misoger bikin."

Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) ragihand ku moşekên balîstîk ên ku ji Îranê hatine avêtin û ketine qada asîmanî ya Tirkiyeyê di rojên 4, 9 û 13ê Adarê da ji hêla yekîneyên parastina asîmanî û moşekan ên NATOyê yên li Rojhilatê Deryaya Spî bi cih bûne va 3 caran hatine berterefkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın