Sabri Kesen
30 Gulan 2025•Rojanekirin: 03 Hezîran 2025
Namzêdên hecîtiyê yên ku ji çar aliyê cîhanê bi mebesta edakirina ferîzeya xwe ya Hecê li Mekehê ne, li hewşa Mizgefta Heremê piştî tewaf û se'yê, îbadeta xwe didomînin.
Namzêdên hecîtiyê piştî ku bi îhramên xwe tewafa kebeyê kirin û di nava girên Sefea û Merweyê se'ya xwe kirin, ûmreya xwe qedandin. Namzêd piştî ji îhraman derketin û li hewşa Herema Şerîfê dema xwe derbas dikin.
Destûrê nayê dayin bê îhram biçin nava hewşa hindûrû ku jê ra "sehin" tê gotin û Kebe di navê da ye.
Namzêdên hecîtiyê car bi car cilên rojane, car bi car jî cilên xwemalî yên welatên xwe li xwe dikin û li hewşa derekî due dikin, Qurana Pîroz dixwînin.
Namzêdên hecîtiyê dikarin li qata yekem û qata serbanê ya Mizgefta Heremê, bê îhram tewafê bikin.