HEWLÊR
Wîzeya rûniştin û xebatê ya ji bo navenda Hewlêrê tê girtin, di nav sînorên Kerkûkê de ji aliyê hikûmeta navendê ve nayê qebûlkirin. Nûçegihanên Anadolu Agencyê (AA) yên buroya Hewlêrê Emrah Yorûlmaz, Ferhat Cîhan Penah, Arif Yûsif û Mihemed Jaffê bi vê hincetê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Nûçegihanên AAyê yên ji bo şerê di nav Dewleta Îslamê ya Şam û Iraqê (DÎŞI) û artêşa Iraqê de tê kirin teqîb bikin çûn herêma Selaheddînê, lê belê li xala kontrolê bi hinceta ku wîzeya Iraqê ya nûçegihanan tuneye, nûçegihan hatin binçavkirin. Nûçegihanên rojekê di binçav de man hatin berdan.
Alîkarê Edîtor ê Berpirsiyarê AAyê yê Hewlêrê Adem Demir daxuyanî da û di daxuyaniyê de got ku ji ber binçavkirinê tu qeyran neqewimiye û nûçegihan di çarçoveya prosedurên fermî de hatin berdan.
Demir îdiayên ku hin saziyên medyayê belav kir yên wek "Li herêmên leşkeriyê bê destûr wêne kişandin" derewand û wiha got: "Li herêmên leşkeriyê bê destûr wêne nehatine kêşandin. Hevalên me ji bo şerên li herêma Silêmanbegê diqewime çûn herêmê. Hêzên ewlehiyê ji ber ku wîzeya Iraqê ya hevalên me tunebû hevalên me binçav kirin. Hikûmeta Bexdayê wîzeya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) qebûl nake."
Demir destnîşan kir ku ji bo berdana nûçegihanan hemû aliya alîkarî daye û wiha dewam kir: "Ez sipasiyên xwe pêşkêşî Balyozxaneya Bexdayê, hikûmeta navendî ya Iraqê, Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê û erkdarên din dikim."
Nûçegihanên AAyê yên serbest hatin berdan gotin ku di maweya binçaviyê de, muameleyeke xirab li wan nehatiye kirin.