Nîştecihên Gronlandê ji daxwazên Serokê DYAyê Trump aciz in
Istanbul
Hat dîtin ku nîştecihên Gronlanda herêma xweser a ser bi Danîmarkayê, ji ber daxuyaniyên Serokê DYAyê Donald Trump ên "ew ê giravê bi awayekî bistînin" nerehet in.
AAyê ji nîştecihên Nuuka paytexta Gronlandê, xwest ku li ser daxuyaniyên Trump ên li ser giravê nêrînên xwe bibêjin.
Jineke ku nexwest navê xwe eşkere bike, rexne li eleqeya Trump a bi giravê ra girt û got, "Li şûna ku hewl bide dest bide ser welatekî din divê ew li ser gelê xwe, lênêrîna tenduristiyê û şert û mercên jiyana wan bisekine."
Jina Gronlandî ji ber ewlehiya ku bi saya Danîmarkayê tê da dijîn kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku girav "di rêça rast da diçe" û di siberojê da dikare serbixwe bibe.
Xortekî jî nerazîbûna xwe ya li hember daxuyaniyên Trump ên li ser Gronlandê anî ziman û got, "Ez ji vê jiyana aram li Gronlandê hez dikim. Ez difikirim ku heke ew wê bikire, ew ê her tiştî xera bike yan jî ez difikirim ku heke ev yek bibe dê aborî hilweşe."
Xortê ku got ku ew dixwaze girav bi tena serê xwe bimîne, zêde kir, "Danîmarka gelekî alîkariya me dike, ji ber vê yekê ez Danîmarkayê tercîh dikim."
Niştecihekî din ê giravê destnîşan kir ku rewş "pir tevlihev" e û şîrove kir, "Em ne eleqedar in ku bi kesên ku her carê ramanên wan diguherin ra hevkariyê bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
