Dinya

Nêzîkî Dêra Notre Dame ya li Parîsê êrîşek hat lidarxistin

Şahidên bûyerê anîn ziman ku êrîş li dijî karmendekî ewlekariyê hatiye lidarxistin û dengê çekan hatiye bihîstin.

Ahmet Aydın  | 06.06.2017 - Rojanekırın : 07.06.2017
Nêzîkî Dêra Notre Dame ya li Parîsê êrîşek hat lidarxistin

Paris

PARÎS

Hat ragihandin ku nêzîkî Dêra Notre Dame ya li Parîsê li dijî karmendekî ewlekariyê êrîş hatiye lidarxistin û dengê çekan hatiye bihîstin.

Li gorî zanyariyên rojnameya Le Figaroyê ku li ser zimanê şahidan veguhastin, karmendekî ewlekariyê ku li wê herêmê li ser kar bû rûbirûyê êrîşekê hat.

Hat ragihandin ku dengê çekan hatiye û karmendekî dinê ewlekariyê bi çeka xwe bersiv daye û êrîşkar berteref kiriye.

Ji aliyekî din ve polêsan bi mebesta ewlehiyê herêm bi temamî girt, rê nedaye ku ziyaretvanên dêrê ji wêderê derkevin.

Dêra Notre Dameyê yek ji wan cihên geştiyarî yê Parîsê ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın