Muzîsyena Cihû ya di Fîloya Sumûdê ya Kûrewî da got ku Îsraîl nasnameya Cihûyan îstismar dike

Burgenland
Muzîsyen û aktîvîsta Cihû ya Amerîkî, Carsîe Blantona ku di Fîloya Sumûdê ya Kûrewî da cih digire, diyar kir ku rawestandina qirkirina ku "ji hêla Amerîkayê va tê fînansekirin" wek erka xwe dibîne û got ku Îsraîla sîyonîst nasnameya Cihûyan li dijî Filistîniyan îstismar dike.
Blantona ku ji Keştîgeha Augustayê ya li Sicîlyayê bi keştiya bi navê "Paola I" beşdarî fîloyê bûye, ji nûçegihanê AA ra behsa ruhê Fîloya Sumûdê ya Kûrewî kir ku ji dûrahiya nêzîkî 350 mîlên deryayî ji Xezeyê dest bi rêwîtiyê kiriye da ku alîkariya mirovî bigihîne Xezeyê û dorpêça ku Îsraîl bi salan e pêk tîne bişikîne.
Carsîe Blantonê her wiha behsa guherîna dîtina civaka Cihû ya Amerîkî ya li hemberî Îsraîlê ku wê dibîne kir.
Blantonê anî ziman ku "Amerîka qirkirina li Xezeyê fînans dike" û wek welatiyeke Amerîkî, ew wek erka xwe dibîne ku ji bo rawestandina vê yekê her cure zextê li hikûmetê bike.
Carsîe Blantonê got, "Wek Cihûyek, ez dizanim ku hikûmeta sîyonîst a Îsraîlê nasnameya min û ya malbata min a Cihû li dijî gelê Filistînê bi kar tîne û ez razîbûna xwe nadim vê yekê. Ji ber vê ez dixwazim bi qasî ku ji destê min tê, nîşan bidim ku ne hemû Cihû piştgiriyê didin vê projeya siyasî ya Îsraîlê," û destnîşan kir ku ew wek muzîsyenek ji bo cîhaneke baştir dixebite û beşdarî Fîloya Sumûdê ya Kûrewî bûye.
Blantonê destnîşan kir ku di fîloyê da dê û bavên ku zarokên wan li malê li benda wan in jî hene û diyar kir ku mirovên asayî mudaxeleyî qirkirina ku hikûmet mudaxeleyî wê nakin dikin.
Carsîe Blantonê kiryarên Îsraîlê yên li Xezeyê wek "paqijkirina etnîkî û hewldana bidestxistina hemû axa Filistînê" bi nav kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.