Dinya

Muzeya Mezin a Misirê ya ku li Misirê wekî "pîramîda çarem" tê binavkirin vebû

Hussien Elkabany, Amer Fouad Fouad Solyman, Çağrı Koşak  | 02.11.2025 - Rojanekırın : 04.11.2025
Muzeya Mezin a Misirê ya ku li Misirê wekî "pîramîda çarem" tê binavkirin vebû Handout - Mısır Cumhurbaşkanlığı

Al Qahirah

 Merasima vebûna Muzeya Mezin a Misirê ya li rojavayê Qahireya paytextê Misirê ya ku wekî "pîramîda çarem" tê binavkirin, bi beşdariya Serokomar Ebdulfettah es-Sîsî pêk hat.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Serokomariya Misirê, di merasimê da ya ku ji 79 welatan heyetên fermî hatin, 39 welat bi asta qral, prens û her wiha serokê dewlet û hikûmetê hatin temsîlkirin.

Li hewşa muzeyê li ber "sîluetê sê pîramîdên" meşhûr ên Misirê muzîkê lê da û komên beşdarên çalakiyê, cilûbergên ji serdema firewnan li xwe kirin û pêşandanên sehneyî kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın