Muzeya Mezin a Misirê ya ku li Misirê wekî "pîramîda çarem" tê binavkirin vebû
Al Qahirah
Merasima vebûna Muzeya Mezin a Misirê ya li rojavayê Qahireya paytextê Misirê ya ku wekî "pîramîda çarem" tê binavkirin, bi beşdariya Serokomar Ebdulfettah es-Sîsî pêk hat.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Serokomariya Misirê, di merasimê da ya ku ji 79 welatan heyetên fermî hatin, 39 welat bi asta qral, prens û her wiha serokê dewlet û hikûmetê hatin temsîlkirin.
Li hewşa muzeyê li ber "sîluetê sê pîramîdên" meşhûr ên Misirê muzîkê lê da û komên beşdarên çalakiyê, cilûbergên ji serdema firewnan li xwe kirin û pêşandanên sehneyî kirin.
