Musk pêşnumaya kêmkirina bacê ya Trump wekî "şermezariyeke kirêt" rexne kir

Ankara
Xwediyê şirketên Tesla û SpaceXê karsazê Amerîkî Elon Musk piştî ku dev ji wezîfeya şêwirmendiyê yê Serokê Amerîkayê Donald Trump berda, pêşnumaya kêmkirina bacê wek "şermezariyeke kirêt" rexne kir.
Musk li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê der barê pêşnumaya kêmkirina bacê ya ku wek "Pêşnûmaya Qanûneke Mezin û Xweşik" tê binavkirin, daxuyaniyek da.
Musk got, "Xemgînim, lê ez êdî nikarim li hemberî vê yekê li ber xwe bidim" û pêşnumaya kêmkirina bacê wek "şermezariyeke kirêt" rexne kir.
Musk wiha dewam kir: "Yên ku deng dan vê pêşnumayê bila şerm bikin, hûn dizanin ku we xeletî kiriye."
Musk îdia kir ku pêşnuma wê kêmasiya budçeyê derxe 2.5 trîlyon dolarî û wiha got: "Hûn welatiyên Amerîkî dixin bin barê deynekî ku diperçiqîne û nayê berdewamkirin."