BRUKSEL
Nunera Bilind ya Politikaya Ewlehiyê û Pêwendiyên Derve yên YEyê Catherine Ashton çû Misrê. Ashton di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di hemû ziyaretên xwe yên li Misrê de wê bang kiriye ku bila Mursî serbest bê berdan.
Ashton wiha got: "Min di hemû daxuyanî û hevdîtinên xwe de got ku divê Mursî serbest bê berdan."
Ashton diyar kir ku xwestiye Mursî bibîne lê ev daxwaza wê pêk nehatiye. Lê belê agahiyeke pêbawer hildaye ku Mursî baş e û baş li Mursî dinihêrin.
Catherine Ashton li Qahîreyê bi Serokomarê berwext Adlî Mansûr, Muhemed el Baradey, Serokwezîrê berwext Hazim Beblawî, Alîkarê Serokwezîr û Wezirê Parastinê Abdulfettah es-Sîsî, Wezîrê Karên Derve Nebîl Fehmî û ji Birayê Misilman hin kesên ku berê wezîrtî kirine re hevdîtin pêk aniye.