Abdullah Tel
2017 ж. 24 наурыз•Rojanekirin: 2017 ж. 25 наурыз
QAHIRE
Serokomarê Misrê Husnu Mubarekê jitextdaxistî hat berdan.
Hat ragihandin Mubarekê li Nexweşxaneya Eskerî ya El-Meadî ya paytex Qahireyê girtîbû, hat berdan.
Ferîd ed-Dîbê parêzerê Mubarek daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Der heqê Serokomarê berê da biryara tehliyeyê hat dayîn."
Daraza Misrê di 14ê adarê da ji bo Husnu Mubarek bi sûcê "Di sala 2011î da hevkariya kuştina çalakvanan kir" dihat sûcdar kirin biryara beraetê dabû.