ANKARA
Alikarê Serokwezîr Bozdag pirsên rojnamevanan yên ku der barê rojevê de bersivand.
Bozdag der barê derbeya artêşa Misrê de wiha got: "Divê ku ewil em vê mijarê diyar bikin. Li dinyayê li ku derê dibe bila bibe, ji aliyê kê ve û bi kîjan sedem û armancê ve dibe bila bibe em mudaxeleya ku li dijî demokrasiyê û îradeya neteweyî qebûl nakin."
Bozdag îfade kir ku Misir û Tirkiye welatên dost in, her du gel jî birayê hev in. Divê kesên ku demokrasiyê qebûl dikin û demokrat in jî vê qebûl nekin.
Daxuyanîyên Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û hîn parlementerên CHPê jî ji Bozdag hat pirsîn û wî jî diyar kir ku di demokrasiyê de rêya bidestxistina desthilatiyê û guherîna desthilatiyê tenê bi hilbijartinê çêdibe.
Bozdag îfade kir ku piştî hilbijartinan gel kî hilbijêre ew dikare dewletê bi rêve bibe û wiha dewam kir: "Gel nirxandina vê dike. Di hemû welatên demokratîk de rêya destxistina desthilatiyê û guherîna desthilatiyê yek e, ev jî sandoq e. Di demokrasiyê de wiha ye. Cihên ku demokrasî tune, rêyên din hene û bê sandoq desthilatî tê bidestxistin."
Bozdag diyar kir ku li Misirê piştî Şoreşa 24ê Çileya Paşîn hilbijartin çêbibû û desthilatî bi hilbijartinê çêbibû û wiha got: "Li her derê desthilatî bi îradeya gel çêdibe. Li Misrê desthilatî li dijî îradeya gel guherî. Tiştekî li gor demokrasî û hiqûqê çênebû. Kesên ku dibêjin em demokrat in, baweriya wan bi demokrasiyê heye li ber vê rewşê divê tevgereke li gor demokrasiyê nîşan bidin. Em hêvî dikin ku li Misrê ev tevlihevî û alozî dirêj nedome û ew vegerin demokrasiyê."