HALEP - Kemal Öztürk - Ali Demir
Li Helebê rewşa ku niha Mizgefta Emewî tê de ye, bi kurtî xêr û bera şerê li Sûriyê dide nîşanê me. Mizgefta ku emanetên qudsî jî tê de hene, qismekî wê di destê mûxalifan de qismekî wê jî di destê hêzên Esed de ye.
Nîşangir di nav kavilên mizgeftê de li hemberî hev ji deng û bengekî biçûk re jî gule berdidin. Mizgefta Emewî mizgefta ku herî zêde neqşên mîmariya îslamê duhundurîne ye. Vê gavê mizgeft û çarsûka li derdorê wê bi bombebarandin û pevçûnê kavil bûye û maye.
Çarsûka li Helebê ku kana zengînî û dewlemendiya bazirganiyê bû, niha hatiye terikandin. Xwediyê hin dikanan kepengên xwe dane ber derî hin kes jî ji bilî kepengan berbestiyên din dane pêş deriyan. Di çarsûkê de tenê dengê çekan tê bihîstin.
Sikak û malên ku wextekî bi hezaran mirov tije dibûn, vê gavê bûye kavil. Şer serdestê jiyanê ye. Xerabe û belengaziya li ber çav, goristana mirovahiya bêçav û dev dide nîşanê me.
Tirba Hz. Zekeriya ya ku di nav mizgeftê de ye para xwe ji şer girtiye. Eniya derve ya tirbê bi temamî xerab bûye. Cihê ku tabûta Hz. Zekeriya tê de ye, bi Quranan hatiye dorpêçkirin û parastin.
Di mizgeftê de şerê nîşangiran
Hewşa di hundirê mizgeftê de bi topa hawanê serobino bûye. Mizgefta ku di lîsteya mîrasên cîhanê de cihgirtiye, êdî minareyên wê jî ne li ser pêya ne.
Rêça guleyên di mizgeftê de dide nîşan ku şer di ber devê hev de tê kirin. Ji ber ku pevçûn bê navber didomin, mirov nizane ka axiriya vê mizgeftê dê çawa be. Şerê li eniya hev di mala herî xweşik a misilmanan de, bi kêfa xwe ye.
Mizgefta Dîrokî Emewî
Mizgefta Emewî li Heleba Sûriyê bi mîmarî, minare û banê xwe ve di nav mîmariya îslamê de wek gulek e. Mizgefta ku serobino bûye 922 sal berê bi mîmariya Selçûqiyan hatibû pê. Kuliyeya wê ya ku 800 sal berê ji hêla Memlûkiyan hatibû lêkirin jî di heman halî de ye.
Xelîfeyê Emewî El Welîd Bîn Abdulmelîk dest bi çêkirina mizgeftê kiribû û di sala 715-717an de jî ji hêla Xelîfe Suleyman hatibû xelaskirin. Di wextê Memlûkî û Osmaniyan de hin tamîr hatin kirin û di mizgeftê de tirba bavê Hz. Yehya ya Hz. Zekeriya jî heye.
Mizgefta ku di şer de xisareke mezin dîtiye, di lîsteya Mîrasa Keltûrê ya Cîhanê UNESCO de navê xwe heye.