Mizakereyên nukleerê yên di navbera Îran û Amerîkayê da li Umman dest pê kir
Ankara
Mizakereyên nukleerê yên di navbera Îran û Amerîkayê da ku di Hezîrana 2025an da ji ber êrîşên Îsraîl û Amerîkayê hatibûn rawestandin, li Masqata paytexta Ummanê dîsa dest pê kirin.
Mizakereyên di navbera Îran û Amerîkayê da di demeke ku rageşiya di navbera Tehran û Washîngtonê da dîsa zêde dibe û Washîngtonê hêzên xwe yên leşkerî li herêmê dijî Tehranê zêde dike, çêdibin.
Îran û Amerîka di çarçoveya mizakereyan da ku bi navbeynkariya Ummanê li Masqatê bi mazûvaniya Wezîrê Karên Derva yê Ummanê Bedr bîn Hemed El-Bûsaidî çêdibin, civiyan.
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebas Eraqçî serokatiya şandeya Îranê dike û şandeya Amerîkayê jî ji aliyê Steve Wîtkoffê Nûnerê Taybet yê Rojhilata Navîn yê Serokê Amerîkayê Donald Trump va tê temsîlkirin.
Cîgirê Wezîrê Karên Derva û Karûbarên Siyasî yê Îranê Mecîd Text Ravançî, Cîgirê Wezîrê Karên Derva û Karûbarên Aborî yê Îranê Hemîd Kenberî û Berdevkê Wezareta Karên Derva Îsmaîl Beqayî jî di hevdîtinan da amade ne. Li aliyê Amerîkayê jî li cem Wîtkoff, Jared Kushnerê zava û şêwirmendê Donald Trump heye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
