Dinya

Misrê bo ku di sefên rejima esed de cengê bikin, esker şandin Sûriyeyê

Hat ragihandin ku Misirê qedera 150 esker şandin Sûriyeyê da ku di sefên rejima Beşar Esed da şer bikin.

Önder Beyter  | 30.07.2020 - Rojanekırın : 31.07.2020
Misrê bo ku di sefên rejima esed de cengê bikin, esker şandin Sûriyeyê

Ankara

Hat ragihandin ku Misirê qedera 150 esker şandin Sûriyeyê da ku di sefên rejima Beşar Esed da şer bikin û her wiha esker di kordînasyona Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê û komên terorîst ên din ên Îran piştê dike da li eniyên li başûrê Îdlibê û gundewarên rojavayê Helebê hatin bicihkirin.

Li gorî agahiya ku peyamêrên AAyê ji çavkaniyên muxalifên eskerî yên ewle wergirt, qedera 150 eskerên ku ji Misrê hatin, çend roj berê peyayî balafirgeha eskerî ya Hemayê ya di kontrola rejima Esed da bûn.

Eskerên ku di kordînasyona Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê û komên terorîst ên din ên Îran piştê dike da tevdigerin, dabeşî du koman bûn.

Beşek jê li herêma Xan Asel a li gundewayên rojavayê Helebê, beşa mayîn jî li navçeya Seraqibê ya li başûrê Îdlibê bi cih bûn.

Eskerên ku di destê wan da çekên sivik hene, ketin sengerên li herêmên navborî. 

- Rewşa li Îdlibê 

Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlibê û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Humsê, li Xûteya Rojhilat a li Şama paytext û herêmên li başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 "herêmên kêmkêkirina rageşiyê" hatibûn îlankirin. Lêbelê rejim û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman bilî Îdlibê herêmên din tev bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistin û berê xwe dan Îdlibê. 

Di îlona 2018an da di navbera Tirkiye û Rûsyayê da li Soçiyê ji bo hêzdarkirina agirbestê mitebaqat hat îmzekirin. Hêzên rejima bi qasî demekê navber dan êrîşên xwe û ji gulana 2019an vir da ji bo tevahiyê herêmê bi dest bixin operasyon dan destpêkirin. 

Hêzên rejimê di vê çarçoveyê da navçeyên girîng ên Îdlibê, başûr û başûrê rojhilatê bajêr, bakurê Hemayê, çil û çiyayên li rojhilatê bajêr, başûr û rojavayê Helebê bi dest xistin. 

Ji mitebaqata Soçiyê vir da di êrîşên rejimê û piştgirên wê da ji 1800î zêdetir sivîlan can da. 

Li ser vê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn di 5ê adarê da li Moskowa Paytextê Rûsyayê mitebeqateke teze îmze kirin û ji 6ê adara 2020î vir da agirbest ket rewacê. 

Her çiqas hêzên rejimê li hin herêman agirbestê binpê bikin jî agirbest bi piranî tê cîbicîkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın