Dinya

Milîsên hefter êrîşî Trablusê kirin: Kuştiyek

Haydar Şahin  | 15.02.2020 - Rojanekırın : 17.02.2020
Milîsên hefter êrîşî Trablusê kirin: Kuştiyek

Libyan

 Li Libyayê milîsên Xelîfe Hefterê eskerê derbekar bi roketan êrîşî çêwligeke li rojhilatê Trablusa paytext kirin û sivîlek hat kuştin.

Di daxuyaniya nivîskî ya navenda çapemeniyê ya Operasyona Furqan el-Xezabê ya hêzên Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî dîmeşînin da hat diyarkirin ku roket di ser çêwligeke li Baîşa herêma li rojhilatê paytext da ket, di êrîşê da sivîlekî 50 salî hat kuştin.

Hat ragihandin sivîlê hat kuştin dema darên çêwligê av dida bombe di ser da ket û mir.

Miîsên girêdayî Hefter ji serê vê hefteyê pê va bi roketan êrîşî Trablusê dikin. Di êrîşên 12 û 13ê sibatê hatin kirin da 2 sivîl hatibûn kuştin, 12 kes birîndar bibûn. Ji ber roketê di ser başûrê Zanîngeha Trablusê da ketibû jî 5 kes birîndar bibûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın