Milîsên Hafter bi roketan êrîşî Trablusê kir: kuştiyek û 2 birîndar
Milîsên Xelîfe Hafterê pêşengê hêzên çekdar ên nemeşrû ên li rojhilata Lîbyayê, bi roketan êrîşî başûrê paytext Trablusê kir

Trablus
Milîsên Xelîfe Hafterê pêşengê hêzên çekdar ên nemeşrû ên li rojhilata Lîbyayê, bi roketan êrîşî başûrê paytext Trablusê kir.
Navenda Çapemeniyê ya Operasyona Furqan el-Xezabê ya Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî (HMN) ya Neteweyên Yekbûyî nas dike, der barê êrîşê da daxuyaniya nivîskî da.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku milîsên Hafter roket avêtin başûrê Trablusê û roket li herêma Eyn Zarayê li malekê ketin û ji heman malbatê sivîlek hat kuştin, 2 zarok jî birîndar bûn.
Milîsên Hafter duh bişev jî roket avêtibûn herêma Bab el-Xaşîrê ya Trablusê û 2 zarok birîndar bûbûn.
Berdevkê milîsên Hafter Ehmed el-Mismarî duh daxuyanî dabû û gotibû ku Neteweyên Yekbûyî (NY) û welatên Ewropayê ji bo vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) pêşniyaza agirbesta însanî kiribûn û wan jî ev bi kêfxweşî pêşwazî kir. Lê milîsên Hafter digel vê yekê êrîşên xwe didomînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.