Dinya

"Mihrîcana Tirk" a ku li Chicagoya bajarê Amerîkayê hat lidarxistin, bi dawî bû

Ayşe Betül Akçeşme  | 27.05.2025 - Rojanekırın : 28.05.2025
"Mihrîcana Tirk" a ku li Chicagoya bajarê Amerîkayê hat lidarxistin, bi dawî bû

United States

Li bajarê Chicagoyê yê li ser Illinoisa eyaleta Amerîkayê, piştî sê rojan "Mihrîcana Tirk" bi dawî bû.

Mihrîcana ku Ajansa Anadoluyê (AA) şirîkê wê yê ragihandina global e, cara duyem e ku li Navenda Fuarê ya Donald E. Stephensê ya li Rosemonta herêma Chicagoyê hat lidarxistin.

Ji endamên komîteya avakar a mihrîcanê Halîl Demir di girtina çalakiyê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got, "Di vê kêliyê da ez fehm dikim ku Mihrîcana Tirk êdî parçeyeke çandî ya Chicagoyê ye."

Demir daxuyand, ew kêfxweş e ku civaka Tirk her çend li Amerîkayê kêmnetewe be jî dîsa dikare bernameyên wiha berfireh û bi pergal li dar bixe û wiha dewam kir:

"Pêşiyê hemd ji Xwedê ra be. Em Tirkên vê derê wekî kêmneteweyekî piçûk me mihrîcaneke ewqas bipergal pêşkêşî merivan kir ku ne Misilmanan ne jî Amerîkayiyan berê tiştekî wiha nedîtibû. Me tiştekî nû anî Chicagoyê. Me dengê gelê Tirk li vê derê gîhand merivan. Me xweşikahiyên Tirkiyeyê pêşkêş kirin, înşellah wê bibe wesîle ku meriv welatê me yê xweş ziyaret bikin."

Di seranserê mihrîcanê da li ser standên ku jimara wan ji 200î zêdetir bû, hunerên destan, tehmên herêmî yên Tirkan hatin pêşandin. Di şaxên hunera kevnare yên wekî ebrû, seramîk û xetê da hunermendên ku ji Tirkiyeyê hatin, atolye û pêşangeh li dar xistin. Her wiha der barê civaka Tirk a ku li Amerîkayê dijî û Tirkiyeyê da panelên curbecur hatin lidarxistin.

Serokatiya Ragihandina Serokomariyê bi navê "Nirxên Tirkiyeyê" li ser xweşikahiyên dîrokî û siruştî yên Tirkiyeyê pêşangeh vekir û ev pêşangeh sê rojan vekirî ma. Eleqeyeke mezin nîşanî vê pêşangehê dan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın