Dinya

Midûrê Ewlekariya Helebê: "Di çarçoveya rêkeftinê da em ketin Eynulerebê, ji bo cîbicîkirina pergalê em dixebitin"

Esat Fırat, Ahmet Karaahmet  | 01.02.2026 - Rojanekırın : 01.02.2026
Midûrê Ewlekariya Helebê: "Di çarçoveya rêkeftinê da em ketin Eynulerebê, ji bo cîbicîkirina pergalê em dixebitin"

Haseke

Mihemed Ebdulxeniyê Midûrê Ewlekariya Helebê diyar kir ku di çarçoveya rêkeftinê da ya agirbest û entegrasyona qedemeyî ya di navbera hikûmeta Sûriyeyê û rêxistina terorê YPGyê da, ew ketin Eynulerebê (Kobanê) û ji bo cîbicîkirina pergala qamûyê û vesazkirina şaxên ewlehiyê ew xebatên xwe didomînin.

Piştî ku li Eynulerebê hêzên ewlekariya Sûriyeyê ewlekarî hilda ser milê xwe, Ebdulxenî civîna çapemeniyê li dar xist û biwarê ketina bajêr a hêzên Wezareta Karên Navxweyî ya Sûriyeyê agahî dan.

Ebdulxenî bal kişand ku ew di çarçoveya rêkeftinê da ketin herêmê û wan bi şaxên "Asayîşê" yên qaşo hêza ewlekariyê ya girêdayî rêxistina terorê YPGyê ra hevdîtin pêk anîn û wiha dewam kir:

"Hewl û xebatên me xwe dispêrin cidiyeta me ya cîbicîkirina rêkeftinê ya bêyî kêmasî. Li gorî çavdêriyên me yên qadî, hêviyên ji bo bidawîbûna pevçûnan û her wiha îstiqara dewletê, di nav civakê da bûye cihê razîbûnê."

Ebdulxenî bal kişand ku wekî Sûriyeyiyekî, ew kêfxweşiya gel parve dikin û wiha got, "Em pêk va bawer dikin ku Sûriye dê di kurtedemekê da bigihîje îstiqrar û pêşketinê."

Ebdulxenî her wiha got ku wan li dewrûbera Eynulerebê vekolîn pêk anîn û wan li avahiya navendî ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî hevdîtin pêk anîn.

Ebdulxenî destnîşan kir ku pêvajo hin hûrgiliyên teknîkî vedihewîne û piştî kutabûna verastkirinên di navbera aliyan da pêşreviya ber bi navendên bajaran dê bidome û wiha pê da çû:

"Diyar e ku herkes divê di bin sîwana dewleta Sûriyeyê da bibe yek. Madeyên peymanê jî di vê çarçoveyê da hatine diyarkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.