Dinya

Midûriya Parastina Sivîlan a Xezeyê: Di encama êrîşên Îsraîlê da îro 6 hezar Filistînî bê mal man

Mohamed Majed, Safiye Karabacak  | 14.09.2025 - Rojanekırın : 14.09.2025
Midûriya Parastina Sivîlan a Xezeyê: Di encama êrîşên Îsraîlê da îro 6 hezar Filistînî bê mal man

Gazze

Midûriya Parastina Sivîlan a Xezeyê ragihand ku di encama êrîşên ku Îsraîlê îro bir ser Xezeyê da ji 6 hezarî zêdetir Filistînî bê mal man.

Mehmûd Basalê Berdevkê Midûriya Parastina Sivîlan a li Xezeyê daxuyaniyeke nivîskî da û got ku "Îro ji 6 hezarî zêdetir kesên ku malên wan hedef hatin girtin bê mal man."

Basal got ku "Hêzên Îsraîlê berê li hin avahiyan geriya û hişyarî da lêbelê xaniyên ku hişyarî nehat dayîn jî hedef girtin, ev rewş bû sedem ku gelek kes birîndar bin an jî şehîd bikevin."

Basal da zanîn ku niştecihên bajarê Xezeyê ji ber dorpêçî û bombebarana bênavber di nav şert û mercên gelekî dijwar da ye û destnîşan kir ku ji milyonekî zêdetir mirovên li bajêr ji ber bombebaranên Îsraîlê û polîtîkayên xirakirinê her tim bi xetereya mirinê ra rû bi rû ye.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.