Dinya

Mesûd Barzanî: "Em dibînin li Tirkiyeyê her alî piştevanê pêvajoya aştiyê ye"

Haydar Şahin  | 09.09.2025 - Rojanekırın : 10.09.2025
Mesûd Barzanî: "Em dibînin li Tirkiyeyê her alî piştevanê pêvajoya aştiyê ye"

Arbil

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Iraqê Mesûd Barzanî derbarê pêvajoya Tirkiyeya Bêteror da got, "Ya vê carê cuda ye. Pêvajoya aştiyê ji aliyê hikûmet, Meclis û raya giştî va tê meşandin. Em dibînin li Tirkiyeyê her alî piştevanê pêvajoya aştiyê ye."

Barzaniyê ku bi mebesta beşdarî vekirinekê bibe li Parîsa paytextê Fransayê bû daxuyanî da France 24 qenala Fransî.

Barzanî destnîşan kir ku ewê bi hemî hêza xwe va piştevanê pêvajoya aştiyê bin û got, "Ya vê carê cuda ye. Pêvajoya aştiyê ji aliyê hikûmet, Meclis û raya giştî va tê meşandin. Em dibînin li Tirkiyeyê her alî piştevanê pêvajoya aşitiyê ye."

Barzanî pêvajo weke "guherîneke bibingeh" wesifand û got, "Exlebê gelê kurd piştevanê aştî û pêvajoyê ye. Ev e, ya ku em hertim li hêviyê ne. Beriya destpêka pêvajoyê Abdullah Ocalan heyetek şand bal min. Me ji bo pêvajoya aştiyê piştevaniya xwe ya fermî ragihand û her tiştê ku ji me tê xwestin, me bi cih anî. Emê vê helwesta xwe bidomînin. Em hêvîdar in wê ev pêvajo aştiyê bîne û li herêmê bibe sedema guherîneke rastîn."

Barzanî diyar kir ku pêwendiyeke wan a berdewam bi Serokomar Recep Tayyip Erdogan ra heye û her wiha bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û piştgiriya xwe ya ji bo rêkeftina di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDê da anî ziman.

Barzanî got, "Me hewleke hevbeş da ku em bibînin ku peyman bi rêkûpêk bê bicihanîn, lê hin zehmetî û astengî hebûn û rêya vê yekê ne hêsan e."

Barzanî her wiha diyar kir ku heke DYA û hêzên koalîsyona navneteweyî ya li dijî DEAŞê ji Iraqê vekişin, wê DEAŞ ji nû va derkeve û ev rastiyek e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.