Merkel û Macron bangî Putîn kirin ku pevçûnên li Îdlibê werin sekinandin
Merkel û Macron bangî Putîn kirin ku bira pevçûnên li Îdlibê demildest werin sekinandin. Herdu serok amade ne ku bi Putîn û Serokomar Erdogan ra ji bo dîtina çareseriyeke siyasî werin ba hev
Berlin
Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê û Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê bi Vladîmîr Putînê Serokê Rûsyayê ra li ser Îdlibê axivîn.
Steffen Seibertê Berdevkê Hikûmeta Almanyayê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir ku Merkel û Macron bi Putîn ra li ser têlefonê axivîn.
Merkela Şansolye û Macronê Serokomar diyar kirin ku ji ber rewşa însanî ya li Îdliba bajarê Sûriyeyê di fikaran da ne, bangî Putîn kirin ku bira pevçûnên li Îdlibê demildest werin sekinandin.
Herdu serokan xwestin ku bira ji bo alîkariya mirovahiyê ya ji hewcedaran ra tengasiyan dernexin, amade ne ku bi Putîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ra ji bo dîtina çareseriyeke siyasî werin ba hev.