Dinya

Partiyên Kurd ên li Iraqê ji bo kabîneya Ellawî raya baweriyê hêj eşkere nekirine

Abdullah Tel  | 21.02.2020 - Rojanekırın : 22.02.2020
Partiyên Kurd ên li Iraqê ji bo kabîneya Ellawî raya baweriyê hêj eşkere nekirine

Istanbul

 Li Meclisa Iraqê ji bo damezrandina kabîneya nû ku bi destê Mihemed Tewfîq Ellawî tê birêvabirin wê rûniştin bê kirin lê hêj nediyar e ku gelo wê partiyên Kurd ên li Iraqê beşdarî rûniştinê bibin yan na lewra li gorî agahiyên hatin bidestxistin ji hevdîtinên bi Ellawî ra hatin kirin tu encam derneket.

Ellawiyê ji bo damezrandina hikûmetê hat wezîfedarkirin li Bexdayê bi şandeyeke Kurdan ra hevdîtin kir û ji şandeyê Mihemed Îlhanli daxuyanî da çapemeniya herêmî û got ku di hevdîtina bi namzedê serokwezîr ra hat kirin da tiştek derneket.

Îlhanli destnîşan kir ku Ellawî rêzê nîşanî vîna qanûnî û siyasî ya Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) nade û ji ber vê jî vegeriyan Hewlêrê.

Aram Cabbarê Parlementerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yê di meclisa Iraqê da ye ragihand ku di mijara wezîrtiyên kabîneya Ellawî ava dike da ji bo alî Kurdan wê par hebin yan na, hevdîtin didomin.

Cabbar bi bîr xist ku ji bo damezrandina kabîneya nû û hildana raya baweriyê wê roja dûşemiyê civîn bê kirin û lê wê Kurd beşdar bibin yan na ev yek hêj nediyar e.

Parlementerê YNKê ragihand ku di mijara xweserîtiya wezîrên kabîneyê da tu îtirazeke wan tuneye lê lazime ev yek bi şêwrê bê kirin.

Ehmed Sefariyê parlementerê Meclisa Iraqê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku Mesûd Barzaniyê Serokê HKIyê yê berê lîderê wê ye ji ser malpera înternetê ya partiyê daxuyanî da û got ku Ellawî bi alî Kurd û Suniyan ra lihevkirinek pêk neanî û ji ber vê jî di mijara damezrandina kabîneya nû da wê bi ser nekeve.

Sefarî îdia kir ku Ellawî tenê bi pêşengê Tevgera Sadrê Muqteda es-Sedr û lîderê Koalîsyona Fethê Hadî Amirî ra bi dizî lihev kiriye û wiha pê da çû: "Lê bi alî Kurd û Suniyan ra lihev nekir. Ji ber vê jî di runiştina ku wê roja dûşemê bê kirin da em ê cih bigirin yan na ev hêj nediyar e û em jî nizanin."

Di Meclisa Iraqê da 329 parlementer cih digirin û ji wan 58 parlementer para Kurdan ketine.

Koalîsyona Hêzên Sunî yên di Meclisa Iraqê da ne jî daxuyanî dabûn ku ew ê raya baweriyê nedin Mihemed Tewfîq Ellawiyê ku ji bo damezrandina hikûmetê hatiye wezîfedarkirin.

Di meclisê da 57 parlementer ji Koalîsyona Hêzên Sunî ne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.