Mehkemeya Qanûna Bingehîn di doza girtina HDPyê da wê lêkolîna xwe ya ewil di 21ê Hezîranê da bike
Ankara
Lijneya Giştî ya Mehkemeya Qanûna Bingehîn di doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) da lêkolîna xwe ya ewil wê di 21ê Hezîranê da bike.
Mehkemeya Bilind îdîanameya der barê girtina HDPyê da hatibû amadekirin ji bo ku kêmasî bên temamkirin îade kiribû.
Serdozgeriya Komarê ya Darazê îdianame ji nû va amade kiribû û şandibû AYMyê.
Raportorê hatibû wezîfedarkirin der barê lêkolîna ewil da rapora xwe temam kir û pêşkeşî heyetê kir.
Di dozê da lêkolîna ewil wê di 21ê Hezîranê roja duşemê bê kirin û îdianame hat qebûlkirin an na biryarê wê bê dayîn.
Lijneya Giştî dema lêkolîna ewil bike, wê li ser beyana girtina partiyê, çalakî û xebatên wê, daxwaza qedexeya siyasî ya ji bo kesên navê wan di îdianameyê da derbas dibe bisekine, daxwaza destdayîna ser hesabên bankayê û alîkariya xezîneyê ya ji bo partiyê jî wê bê nirxandin.