Medyaya Îsraîlê: Artêşa Îsraîlê Larîcaniyê Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind ya Ewlekariya Neteweyî ya Îranê hedef girt
Peywirdarê Îsraîlî diyar kir ku encama êrîşa asîmanî ya dijî Larîcanî hê nayê zanîn
Tel Aviv
Hat îdiakirin ku di êrîşa asîmanî ya artêşa Îsraîlê ya bi şev da Elî Larîcaniyê Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind ya Ewlekariya Neteweyî ya Îranê hat hedefgirtin.
Peywirdarekî Îsraîlî yê ji çapemeniya xwemalî ra axivî û navê wî nehat eşkerekirin, îdia kir ku artêşa Îsraîlê bi şev di êrîşekê da Larîcanî hedef girt.
Peywirdarê Îsraîlê diyar kir ku encama êrîşa asîmanî ya dijî Larîcanî hê nayê zanîn.
Ji aliyê din va Sererkanê Îsraîlê Eyal Zamîr eşkere kir ku artêşa Îsraîlê duh bi şev li Îranê "kesayetên giring" hedef girtin.
Meqamên Îranê jî der heqê îdiayên hedefgirtina Larîcanî da tu daxuyanî nedan.
Ji xeynî vê hat îdiakirin ku di êrîşan da Xulam Riza Suleymaniyê Fermandarê Hêzên Besîcê yên girêdayî Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê jî hat hedefgirtin. Hat diyarkirin ku encama vê êrîşê jî hê nayê zanîn.
- Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê îdia kir ku Larîcanî di êrîşa wan a hewayî ya dijî Îranê da hat kuştin
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yîsrael Katz îdia kir ku Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind ya Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî di êrîşeke artêşa Îsraîlê da hat kuştin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Katz di daxuyaniya xwe da îdia kir ku artêşa Îsraîlê di êrîşa hewayî ya bi şev da Larîcanî hedef girt.
Katz îdia kir ku Larîcanî di êrîşa hewayî ya artêşa Îsraîlê ya dijî Îranê da hat kuştin.
Sererkanê Îsraîlê Eyal Zamir eşkere kiribû ku artêşa Îsraîlê duh bi şev li Îranê "kesên giring" hedef girtin.
- Artêşa Îsraîlê îdia kir ku li Îranê Suleymaniyê Fermandarê Hêzên Besîcê kuşt
Artêşa Îsraîlê îdia kir ku Xulam Riza Suleymaniyê Fermandarê Hêzên Besîcê yên girêdayî Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê kuşt.
Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê da hat îdiakirin, Suleymaniyê bi êrîşa asîmanî hedef hat girtin, hat kuştin.
Di daxuyaniyê da hat îdiakirin, Suleymanî li binkeyeke konan a ku van dawiyan ji hêla Hêzên Besîcê hat vegirtin hedef hat girtin û her wiha tevî Suleymanî fermandarên din ên payebilind ên Hêzên Besîcê jî hatin kuştin.
Ji aliyê din va di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da bi êrîşa asîmanî va hedefgirtina Elî Larîcaniyê Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind ya Ewlekariya Neteweyî ya Îranê hat piştrastkirin û hat diyarkirin ku encamên êrîşê tên lêkolînkirin.
- Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê
Dema pêvajoya mizakereyê ya di navbera Tehran û Washîngtonê da dewam dikir, Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê da êrîşên eskerî birin ser Îranê.
Îranê jî ji bilî Îsraîlê, êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Behreyn di serî da yên li welatên herêmê ne kir.
Di êrîşên Amerîka û Îranê da ji bilî Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameney û gelek rayedarên payebilind hatin kuştin.
Li gorî rayedarên Îranî, di êrîşên Amerîka-Îsraîlê da hejmara kuştiyan ji 1348an, ya birîndaran jî ji 17 hezarî derbas bû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
