Medyaya Îranê: Ji ber êrîşa Amerîka û Îsraîlê wargeheke li Îsfexanê 14 jê jin û zarok 26 kes hatin kuştin
Ankara
Hat ragihandin ku ji ber êrîşa Amerîka û Îsraîlê ya li ser wargeheke li bajarê Îsfexanê 14 jê jin û zarok 26 kes hatin kuştin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan ya Nîvfermî ya Farsê ku agahî ji Walîtiya Îsfexanê hildane, ji ber êrîşa Amerîka û Îsraîlê ya li ser wargeheke li bajarê Îsfexanê 26 kes hatin kuştin.
Hat diyarkirin ku êrîş duh pêk hatiye û ji kesên ku hatine kuştin 7 jê jin û 7 jê jî zarok in.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
