ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan der barê Pakêta Ewlehiya Navxweyî ya ku li Lijneya Giştî ya TBMMyê de tê nîqaşkirin de wiha got: "HDP, CHP û MHPyê Meclîs çawa kirin qada çalakiyê. Çawa ketine milên hevdu. Hûn dibînin ku çawa eniya statukoyê avakirin. Ez eşkere dibêjim: Di pişt vê eniyê de hawirdorên wesayetê hene, rêxistina paralel heye. Ew dixebitin, ew dilîzin. Ji ber ku êdî dizanin dema ku ev pakêt derkeve li Tirkiyeyê êdî serdemên cûntayê dê bibin dîrok, daxwaza wan a wesayetê dê êdî di avê de biçe. Ne ji rêxistinên dewleta kûr, ne ji rêxistinên dewleta paralel û ne jî ji rêxistinên mîna KCKyê re em nabêjin ser çavan."
Akdogan beşdarî Civîna Meclisa Şêwra Navçeya Altindagê ya AK Partiyê ya li Navenda Çanda Yûnis Emre bû û diyar kir ku hikûmet biryardar e ku pêvajoya çareseriyê bigihîne encamê.
Akdogan destnîşan kir ku îrade û biryardariya hikûmetê têkûz e û wiha domand:
"Lêbelê em heman îrade, biryardarî û duristiyê ji herkesî dixwazin. Ev mesele, meseleyeke wisan nîne ku qurbanê hesabên hilbijartinê were kirin. Em bi hesabên erzan ên siyasî ve nêzî meseleyê nabin. Bi deh hezaran merivan jiyana xwe ji dest daye, em dibêjin êdî bes e xwîn birêje û dayîk bigrîn. Ji bo beka û yekitiya Tirkiyeyê divê em pêsîra xwe ji van kêşeyan xelas bikin. Ji ber vê me ev pêvajo da destpêkirin. Bi qewlê Bulent Beg ev demek e ku gog di seheya HDPyê de ye. HDP gogê dizivirîne, lê Qendîl jî ji 4ê sibatê vir ve dike ku gogê biteqîne. Ka em binêrin dê çi bibe, lê hikûmet li cihê xwe tîk disekine."
- Pakêta Ewlekariya Navxweyî
Akdoagan qala rûdanên hevdîtinên li ser Pakêta Ewlekariya Navxweyî ya li Lijneya Giştî ya TBMMyê jî kir û got kesên ku bi tu awayî nayên cem hev, ketin milên hev û bûn sef.
- "Li vî welatî wesayetê jî, cûntayê jî û paraleltiyê jî biqede"
Akdogan bal kişand û got pêngaveke gelekî dîrokî ye ku Cendirme bi Wezareta Karên Navxweyî ve girêdan.
Herwisa Akdogan destnîşan kir ku veguhestina bingehîn a di ewlekariyê de jî reformeke tarîxî ye û wiha berdewam kir:
"Pêngava standina tevdîrên ku dê asayîşa kamûyê têkûz bike, pêngaveke wisa e ku dê lîstikên mezin xerab bike. Ji ber vê gelekî aciz in. Li ser armancên cuda hevkariyên cuda dikin. Lêbelê îlanîhaye ev ê bibe. Li vî welatî wesayetê jî, cûntayê jî û paraleltiyê jî biqede. Tenê îradeya gel dê bibe desthelat. Dê hiqûqê serbikeve û demokrasiyê qezenc bike. Başqe rê tune ne."