BÛDAPEŞTE
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di çarçoveya bernameya xwe ya Macarîstanê de çû seredana Pakrewangeha Galîçyayê ya Tirkan.
Di merasîma ku ji ber ziyaretê pêk hat de Davutoglu çeleng danî ser Abîdeya Pakrewangehê û rêza xwe nîşan da.
Piştre Davutoglu Lênûsa Rûmeta Pakrewangehê îmze kir û wiha nivîsand:
"Şehîdên me yên ezîz ji bo min rûmeteke mezin e ku ez bi wesîleya vê ziyareta xwe ya ewil a ji bo dewleta Macarîstanê ya ku dost û hevkarê me ye ve aniha li hizûra we me. We li dûrî welatê xwe bi qehremanî şer kir û ji bo welat, milet û alaya xwe hûn gihîştin mertebeya şehadetê.
Em bi spasî we bi bîr tînin ku we di şerê cihanê yê yekemîn de digel hemû tengasî û zehmetiyan berxwe da û we ji ber evîna welat û gelê xwe têkoşîn da. Herwiha em ji birayên xwe yên Macar re jî spas dikin ku vê bîranîna we bi baldarî diparêzin. Ez bi rehmet û minet hemû şehîdên me yên ku ji bo welatê xwe canê xwe fîdakirin, bi bîr tînim. Bila rihê we şad be."
Piştî ku Davutoglu lênûsa pakrewangehê îmze kir, dia xwendin. Şûnde Davutoglu mezelên şehîdan yek bi yek ziyaret kir û kulîlk danî ser.
Alîkarê Serokwezîr Nûman Kurtulmuş, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Suriştî Taner Yildiz, Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê Nûrettîn Canîklî, Wezîrê YEyê Volkan Bozkir û Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yasîn Aktay beşdariya Davutoglu kirin.