Dinya

Meclisa Nûneran a Amerîkayê pêşnûmaya pêş dibîne ku hemû dosyeyên Jeffrey Epsteînê bên vekirin qebûl kir

Heke pêşnûma li Senatoyê bê qebûlkirin û Serokê Amerîkayê Trump îmze bike dê Wezareta Edaletê hemû dosyeyên Epsteînê ji raya giştî ra veke

Hakan Çopur  | 19.11.2025 - Rojanekırın : 19.11.2025
Meclisa Nûneran a Amerîkayê pêşnûmaya pêş dibîne ku hemû dosyeyên Jeffrey Epsteînê bên vekirin qebûl kir

Washington DC

 Meclisa Nûneran a Amerîkayê pêşnûmaya pêş dibîne ku hemû dosyeyên Jeffrey Epsteînê milyarder yê ku dema bi îdiaya dijî zarokên keçîn ên hê reşît nebûne tora fihûşê ava kiriye dihat darizandin li girtîgehê mirî hat dîtin ji raya giştî ra bên eşkerekirin, qebûl kir.

Ji bo "Qanûna Zelaliya Dosyayên Epsteînê" ya ku li Meclisa Nûneran a Amerîkayê hat pesendkirin 427 dengên "erê" hat bikaranîn, tenê endamekî Meclisê dengê "na" da.

Bi vê encamê pêngava ewil a di Kongreyê da ya ji bo vekirina dosyeyên Epsteînê ya ku raya giştî ya Marîkayê demek dirêj e bi meraq li bendê ye hat avêtin.

Ji bo ku pêşnûmaya navborî bibe qanûn dê biçe Senatoya Amerîkayê. Heke li Senatoyê jî bê qebûlkirin dê pêşnûmayê ji Qesra Spî ra bişînin û heke Serokê Amerîkayê Donald Trump îmze bike dê bibe qanûn.

Pêşnûmaya navborî pêş dibîne ku hemû dosyeyên Jeffrey Epsteînê yên li Wezareta Edaletê ya Amerîkayê ji raya giştî ya Amerîkayê ra bê eşkerekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.