Dinya

Meclisa Îsraîlê pêşnûmaya qanûnê ya ku rayeyên Mehkemeya Bilind sînordar dike, pesend kir

Enes Canlı  | 24.07.2023 - Rojanekırın : 25.07.2023
Meclisa Îsraîlê pêşnûmaya qanûnê ya ku rayeyên Mehkemeya Bilind sînordar dike, pesend kir

Quds

QUDS (AA) - Meclisa Îsraîlê pêşnûmaya qanûnê ya ku rayeyên Mehkemeya Bilind sînordar dike û kontrola wê ya li ser hikûmeta Serokwezîr Binyamîn Netanyahu radike, pesend kir.

Ji roja yekşemê vir va li Îsraîlê ji bo ev qanûna ku rayeyên Mehkemeya Bilind sînordar dike neyê qebûlkirin xwepêşandan tên lidarxistin.

Li Meclisê ji bo qebûlkirina vê qanûnê dengdayîn çêbû ku di dengdayîna 2yem û 3yem da 64 deng hatin dayîn. 56 parlamenterên mixalefetê jî beşdarî dengdayînê nebûn.

Di dawiyê da qanûna ku hêza mehkemeyê ya li ser birêvebirinê sînordar dike, hat qebûlkirin.

Wisa tê texmînkirin ku li nêzîkî Meclisê ya li Qudsa Rojava di serî da li hemû welêt xwepêşandan wê dewam bikin.

Polêsan eşkere kir ku heta niha 19 kes di xwepêşandanan da hatine binçavkirin.

Berê Mehkemeya Bilind dikaribû biryarên hikûmetê ji ber hincetên wek "ji bo kamuyê feydeya wê tune", "dijî aqilan e" û "dibe sedema berjewandiyan" betal bikira. Lê piştî qebûlkirina vê qanûna nû ew raye ji destê mehkemeyê hat hildan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.