WASHINGTON
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Marîe Harf bi telekonferansê ve beşdarî civîna muzakereyên nukleer ên li Lozana bajarê Swîsreyê bû.
Harf di civînê de daxuyand ku hin nûçeyên medyaya Amerîkayê yên ku dibêjin Îranê dev ji peymana der barê stoka uranyumê ya ku ji welat îxrackirinê vekişiyaye ne rast in.
Wezîr Harf got ku bi mehane ew bi Îranê re hevdîtinan dikin ku bila stok bi kîjan rêyan bên îxrackirin û wiha dewam kir: "Ji wan yek ew e ku stoka di nav welêt de kêm bikin, ya din jî ji welat derxin. Rêyên din jî hene. Lê dibêjin di nav 24 saetan de der barê vê mijarê de Îranê rewşa xwe guherandiye, ev ne rast e. Ev nûçe ne rast in. Pirsgirêka stokan hê dewam dike. Ev ji mijarên dijwar yek e. Me û Îranê der barê stokan de li hev nekiriye."