BEXDA
Endamê Meclisa Bajêr a Enbarê Taha Evdilxanî el-Hezîmawî destnîşan kir ku DAEŞ li bajarê ku di dest da ye tunêlan dikole û wiha got: "Rêxistina terorê stratejiya tunêlê dimeşîne. Ji bo êrîş û parastinê tunêlan dikole."
Hezîmawî der barê ewlehiyê, kar û xebatên rêxistinê û rewşa însanî da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku milîtanên DAEŞê ji bo xwe ji bombeyan biparêzin û êrîşî herêmên leşkerî bikin tunêlan dikolin û wiha dewam kir: "Bi cêhaz û wesaîtên modern tunêlan dikolin. Cebilxaneyeke mezin jî di destê wan da ye. Ev cêhaz û cebilxane di destê hikûmeta Iraqê da jî tuneye."
Hezîmawî diyar kir ku DAEŞ dixwaze êrîşên mezin bike û wiha got: "Rêxistinên îstixbaratê yên navneteweyî DAEŞê xwedî dikin. Rê û rêbazên wan ên şer û êrîşên xwekujiyê pêşva diçe. Li Enbarê gelek tunêl kolane."
- Rewşa însanî
Hezîmawî der barê rewşa însanî ya li Enbarê da jî axivî û destnîşan kir ku rewşa însanan ne baş e û wiha got: "Tim koçî Enbarê dikin û ji Enbarê jî koçkirin heye. Hin malbat direvin gundan. Carna ji taxan koçî taxan dikin. Hikûmet jî tevlihev e û bi rêk û pêk bi penaberan ra eleqedar nabe."
Hezîmawî destnîşan kir ku nifûsa bajêr nêzî 2 milyonî ye û got ku nêzî 900 hezar kes jî ji ber bûyeran kôçî herêmên din kirin, nêzî 700 hezar kes jî ji cî û warên xwe bûne
Hezîmawî diyar kir ku ji Bexdayê têra xwe alîkariya leşkerî ji hêzên ewlehiyê yên li bajêr ra nayê û got ku hêzên eşîrên sunî jî ji hikûmetê têra xwe alîkarî nastînin.
- Operasyona li ser Enbarê
Hezîmawî destnîşan kir dibe ku di demeke kurt da hêzên ewlehiyê li hember DAEŞê operasyon çêbikin û wiha xeberda: "Malbatên ku ji cî û warên xwe bûne li benda operasyonê ne. Ji ber vê jî venagerin. Di rojên pêş da wê operasyon dest pê bike. Dibê ku çekan bidin hêzên eşîran. Nêzî 10 hezar leşkerên dildar ên eşîran ji bo tevlî operasyonê bibin çekan dixwazin."
Hezîmawî diyar kir ku Hedîse, Bexdadî, Xalidiye û Amîriyetula Enbarê û herêmên li rojhilatê Ramadiyê di destê hêzên ewlehiyê û hêzên eşîran da ne û wiha got: "Piştî ku ewlehiya bajêr ket destê eşîr û hêzên herêmî DAEŞ paşva kişiya. Rêxistin dixwaze êrîşên xwekujiyê yên mezin bike. Lê hêzên ewlehiyê destûrê nadin."