Haydar Şahin
14 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2017
ANKARA
Manchester Cîtya taxima Lîga Premîer a Îngiltereyê li deplasmanê 4-0 ji Swansea Cîtyê bir, rekora destpêka sezonê ya herî baş û rekora jêbirinê bi dest xist.
Manchester Cîtya lîderê lîgê di pêşbirka hefteya 17an a lîgê da derkete hemberî Swansea Cîtyê. Di deqîqeya 27an da Davîd Sîlva, di deqîqeya 34an da jî Kevin de Bruyne gol avêtin û nîva ewil 2-0 hat temamkirin.
Di nîva duduyan da Manchester Cîtyê hicumên xwe domand, di deqîqeya 52yan da Sîlva golek dîsa avê û paşê jî Sergîo Aguero di deqîqeya 85an da golek avêt û Manchester Cîtyê 4-0 ji Swansea Cîtyê bir.
Bi vê encamê va Manchester Cîtyê puanê xwe derxiste 49an, ji sezona sala 1888an vir da destpêka sezonê ya herî baş di destê Tottenhamê da bû êdî rekor kete destê Manchester Cîtyê. Taximê li pey hev 15 pêşbirk ji reqîbên xwe bir û rekora di destê Arsenalê jî bi dest xist.
- Manchester Unîtedê teqîb domand
Manchester Unîteda di rêza duduyan da jî têkoşîna şampiyontiyê didomîne, di pêşbirka Bournemouthê da bi gola Romelu Lukaku va 1-0 ji reqîbê xwe bir.
Bi vê encamê va Manchester Unîtedê puanê xwe derxiste 38an, di navbera Manchester Unîted û Manchester Cîtyê da 11 puan ferq heye, puanê Bournemouthê jî di 16 puanan da ma.