Haydar Şahin
12 Hezîran 2018•Rojanekirin: 12 Hezîran 2018
ANKARA
Hikûmeta Malezyayê ji bo deynê xwe yê derva "Fona Hêviyê" xist rewacê û pereyê ku di 2 hefteyan da hat komkirin, gihîşt 14 milyon dolarî.
Di daxuyaniya Wezareta Aboriyê da hat destnîşankirin ku bi Fona Hêviyê va di 2 hefteyan da ji gel 14 milyon dolar pere hat komkirin.
Gelê Malezyayê di roja ewil a fona ku hefteyek berê ket rewacê da 1,76 milyon dolar pere bexşandibû.
Ji heyama Necîb Rezaqê Serokwezîrê berê yê Malezyayê kêm zêde 252 milyar dolar deyn maye.
Di çarçoveya tevdîrên ji bo kêmkirina mesrefên li welêt da mehaneya wezîran ji sedî 10 hatibû daxistin.
Mahathîr Mihemedê Serokwezîr ê ku "Fona Hêviyê" xist rewacê, di hilbijartina giştî ya 9ê gulanê da bi ser ketibû û dest bi wezîfeyê kiribû. Mihemed bang kiribû ku welêt ji nû va ava bikin.