Malbatên Sûriyeyî seba ji xizmên xwe yên ji hêla YPGyê hatin girtin agahiyê bistînin xwepêşandan li dar xist
Syria
Li bajarê Dêrazorê yê li rojhilatê bakurê Sûriyeyê, malbatên kesên ji hêla rêxistina terorê YPGyê hatin girtin, xwepêşandan li dar xist ku aqûbeta merivên xwe hîn bibin.
Li gorî nûçeya El-Îxbariyeya têlevîzyona dewleta Sûriyeyê, malbatên kesên di girtîgehên YPGyê da yên ku bi zorê bê ser û berete bûne, li navenda bajarê Dêrazorê hatin cem hev.
Malbatan di çalakiya xwe da wêneyên merivên xwe bilind kirin û bi pankartên rakirin va xwestin aqûbeta merivên xwe hîn bibin.
Emel Receba dayika Ferman Îsa Casimê wenda wiha got, "Ez dixwazim aqûbeta kurê xwe hîn bibim. Ji roja hatiye desteserkirin û vir va em der heqê wî da tiştekî nizanin."
Rula Hacî Tahaya aktîvîst bal kişand ku di girtîgehên YPGyê da gelek zarok girtî ne û wiha got, "Em dixwazin yên ji 2015an û vir va hatine desteserkirin, bên berdan."
Tahayê bang li hikûmetê kir ku aqûbeta kesên di girtîgehên YPGyê da bi zorê hatine bê ser û beretekirin, bê vekolîn.
Piştî ku artêşa Sûriyeyê kontrola hin girtîgehan ji rêxistina terorê YPGyê sitandibû, bi hezaran kes hatibûn berdan ku di navê da zarok jî hene.
Ji yên hatin berdan, xwestin ku aqûbeta hevalên wan ên wenda bê eşkerekirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
