Dinya

Macron: "Êrîşên Îsraîlê yên li Xeta Xezeyê dibin sedema kuştina sivîl û rojnamegeran nayê qebûlkirin"

Şeyma Yiğit  | 25.08.2025 - Rojanekırın : 26.08.2025
Macron: "Êrîşên Îsraîlê yên li Xeta Xezeyê dibin sedema kuştina sivîl û rojnamegeran nayê qebûlkirin"

Ankara

Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê ragihand ku êrîşên Îsraîlê yên ku li Xeta Xezeyê bûn sedema kuştina 5 rojnameger û gelek sivîlan, nayê qebûlkirin.

Macron di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya civakî ya şîrketa Xê ya navend Amerîkayê da ragihand ku wî bi têlefonê bi Emîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hamed Al Sanî ra xeberda û her wiha ew li ser rewşa li Xezeyê rawestiyan.

Macron bal kişand ku birçîhiştina gelheyekê sûcek e ku divê demildest bê rawestandin.

Macron her wisa bertek nîşanî êrîşên Îsraîlê da û wiha got, "Îro serê sibehê êrîşên Îsraîlê yên dijî nexweşxaneyeke li Xezeyê, bûn sedema kuştina gelek sivîl û rojnamegeran. Ev nayê qebûlkirin, sivîl û rojnameger divê di her şert û mercê da bên parastin. Alîkariyên însanî divê bikaribin biçin (Xezeyê). Em bangî Îsraîlê dikin ku rêzê nîşanî hiqûqa navneteweyî bide."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın