HEWLÊR
Macaristanê li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) serkonsolosxane vekir.
Avahiya konsolosxaneyê bi beşdariya Wezîrê Karên Derve yê Macaristanê Stevan Mikola, Wezîrê Parastina Macaristanê Tamas Varga, Serbalyozê Bexdayê yê Macaristanê Tîbor Satmarî, Arîkarê Serokwezîrê HKIyê Qûbat Talabanî, Serokê Dîwana Serokatiyê Fûad Huseyîn, Berpirsyarê Karên Derve yê HKIyê Felah Mistefa û Serkonsolosê Hewlêrê yê Tirkiyeyê Mehmet Akîf Înam ji bo xizmetê hat vekirin.
Wezîrê Parastinê yê Macaristanê Tamas Varga di merasima vekirinê de axivî û got "Bi vekirina konsolosxaneya me dê têkiliyên di navbera herêma Kurdistanê û Macaristanê de pêş bikevin. Her sal ji Iraqê 100 xwendekar ji bo perwerdeyê tên Macaristanê. Ji vana 30 xwendekar ji herêma Kurdistanê tên."
Varga got ku ji bo têkoşîna bi DÎŞIya rêxistina terorê re welatê min 4 milyon berik û cebilxaneyên din ji pêşmergeyan re şand.
Serkonsolosê Hewlêrê yê Macaristanê Istvan Emrî jî da zanîn ji bo ku têkiliyên wan ên bi herêma Kurdistanê re ji her aliyî ve pêş kevin dê hewl bide.
Berpirsyarê Karên Derve yê HKIyê Felah Mistefa jî destnîşan kir di heyameke ku li Iraqê qeyrana siyasî û leşkerî heye de Macaristanê li Hewlêrê konsolosxane vekir û wiha axivî: "Ev pêngav ji bo têkiliyên herêma Kurdistanê û Macaristanê de dê bibe piştgiriyeke mezin."
Mistefa da zanîn ku fîrmayên vejenê yên ku ji Macaristanê hatin li herêma Kurdistanê xebatên girîng dikin û got ku em li bendê ne ku hevkarî û bazirganiya dualî zêde bibe.
Hat diyarkirin ku hejmara konsolosxaneyên li herêma Kurdistanê derket 31ê.