Lîwayên Qessamê: "Ji bo derxistina cenazeyên dîlên Îsraîlî yên mayî pêwîstiya me bi amûran heye"

Gazze
Baskê çekdar yê Hemasê Lîwayên Îzzeddîn el-Qessam destnîşan kir ku ji bo derxistina cenazeyên dîlên Îsraîlî yên li Xezeyê mane pêwîstiya wan bi amûrên taybet heye.
Di daxuyaniya Lîwayên Qessamê da ev gotin cih girtin: "Berxwedan li gorî lihevakirina ku hatiye kirin, dilsoz ma û hemû dîlên zindî û hemû cenazeyên dîlan yên ku gihiştibû wan, radest kir."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Ji bo dîtin û derxistina cenazeyên mayî hewcedarî bi kedeke mezin û amûrên taybet heye. Em ji bo ku vê dozê bi temamî bigirin pir dixebitin."
Hemasê heta niha cenazeyên 10 dîlêm ji 28 dîlên mirî yên li Xeta Xezeyê radest kiribûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.