Lîwayên Qesamê: Me li Refahê dijî eskerên Îsraîlê kemîn veda, kuştî û birîndar hene

Istanbul
Lîwayên Îzedîn el-Qesamê şaxa eskerî ya Hemasê ragihand ku li Refaha li başûrê Xeta Xezeyê dijî eskerên Îsraîlê kemîn vedan, ji eskeran kuştî û birîndar hene.
Di daxuyaniya nivîskî ya ji ser hesabê Telegramê ya Lîwayên Qesamê da der barê kemîna ku di 25ê nîsanê da li Tel es-Siltana taxa Refahê dijî eskerên Îsraîlê hat vedan agahî hat dayîn.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku yekîneya eskerî ya Îsrîalê ku ji 4 cîp û kamyonekî pêk dihat kişandin nav kemîneke nêzî Kolana Tayaranê ya li Til es-Sultanê, wesayîtên eskerî bi teqemeniyên bi navê "Şuwaz" hedef hatin girtin û bi eskeran ra pevçûn. Ji eskerên Îsraîlê kuştî û birîndar hene.
Komên berxwedanê yên li Xezeyê ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê necax piştî çendî rojan dikarin der barê kemîn û pevçûnên xwe da daxuyanî bidin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.