Lowcockê rayedarê NYyê: "Li Îdlibê ciyekî ku sivîl birevinê nema"
Mark Lowcockê Alîkarê Sekreterê Giştî yê Berpirsyarê Karên Mirovahiyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku li Îdliba êrîşên rejimê û piştgirên wê lê dewam dikin ciyekî ewledar ê sivîl birevinê nema

New York
Mark Lowcockê Alîkarê Sekreterê Giştî yê Berpirsyarê Karên Mirovahiyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku li Îdliba êrîşên rejimê û piştgirên wê lê dewam dikin ciyekî ewledar ê sivîl birevinê nema.
Lowcock li Konseya Ewlekariyê ya NYyê axivî û destnîşan kir ku xirabkirina li Îdlibê qat qatî zêde bû û di nav 15 rojên dawîn da ji ber êrîşê ji beha û hewayê hatin kirin herî kêm 100 sivîl hatin kuştin.
Lowcock got ku li herêmê ji 900 hezîr zêdetir kes di vê sir û sermayê da di şertên dijwar û kamyonetan da rojên xwe derbas dikin ku ji pevçûnan dûr birevin û wiha pê da çû: "Direvin herêmên qerebalix ên dibêji nku ewledar in lêbelê li Îdlibê tu ciyek ewledar nîne. Li Îdlibê ciyekî ku sivîl birevinê nema."
Lowcock destnîşan kir ku kêmzêde 50 hezar kes di binê daran da û li rasta vekirî sitar bûne û wiha axivî: "Her roj xeber tên ku zarok û dergûş ji ber sermayê dimrin. Hela êş û jana malbatên ji herêma şer direvin û ji sermayê mirina zarokên xwe dibînin bînin ber çavên xwe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.