Dinya

Lijneya Rêveberiya UAEAyê reşnûska ku derbarê stokên uranyuma dewlemendkirî daxwaza agahiyê ji Îranê dike, pesend kir

Salih Okuroğlu  | 20.11.2025 - Rojanekırın : 20.11.2025
Lijneya Rêveberiya UAEAyê reşnûska ku derbarê stokên uranyuma dewlemendkirî daxwaza agahiyê ji Îranê dike, pesend kir

Burgenland

VIYANA (AA) - Lijneya Rêveberiya Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEA) reşnûska derbarê stokên uranyuma dewlemendkirî da ku daxwaza agahiyê û gihîştinê ji Îranê dike, pesend kir.

Reşnûska biryarnameyê ya li ser tesîsên nukleerî û stokên uranyûmê yên Îranê, ku ji hêla Îngiltere, Fransa, Almanya (E3) û DYAyê va hatibû pêşkêş kirin, ji hêla Lijneya Rêvebiriya UAEAyê va hate pesendkirin.

Di biryarê da hat destnîşankirin ku stoka uranyuma dewlemendkirî ya Îranê, ku ji 5 mehan zêdetir e nehatiye verastkirin ji aliyê UAEAyê va, hîn jî cihê fikarên cidî ye.

Di biryarê da ku tê da tekeszî tê kirin Îran li gorî biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) berpirsiyariyên xwe bi cih bîne, ji Tehranê hat xwestin ku rê bide tesîsên nukleerî yên ku êrîş li dijî wan hatine kirin û agahî li ser stokên xwe yên uranyuma dewlemendkirî bide.

Di biryarê da ji Îranê hat xwestin ku "bi rêkûpêkî pabendê bendên Protokola Îlawe ya ku di 18ê Kanûna Pêşîn a 2003an de îmze kirin, be û vê tedbîrê bêyî derengmayînê bi tevahî bicîh bîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın