Lijneya Giştî ya NYyê pêşnûmaya der barê li Filistînê tetbîqkirina çareseriya du dewletî qebûl kir
- Amerîka û Îsraîl di nav da 10 welat dijî pêşnûmayê derketin, 142 welatan dengê "erê" bi kar anî

New York
Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbêyî (NY) Amerîka jî di nav da hember dengên "na" yên 10 welatan bi 142 dengên "erê" biryara ku Danezana New Yorkê ya Der barê Tetbîqkirina Çareseriya Du Dewletî û Çareseriya Aştiyane ya Pirsgirêka Filistînê pesen dike, qebûl kir.
Lijneya Giştî ya NYyê ji bo ku der barê mijara Filistînê da hevdîtinê bike civiya.
Di civînê da der barê pêşnûmaya ku ji bo pesendkirina Danezana New Yorkê ya Der barê Tetbîqkirina Çareseriya Du Dewletî û Çareseriya Aştiyane ya Pirsgirêka Filistînê hat pêşkêşkirin dengdayîn hat kirin.
Di dengdayînê da Amerîka û Îsraîl jî di nav da 10 welatan dengê "na" da û 142 welatan ji bo biryara ku Danezana New Yorkê ya Der barê Tetbîqkirina Çareseriya Du Dewletî û Çareseriya Aştiyane ya Pirsgirêka Filistînê pesend dike dengê "erê" da.
Di dengdayînê da 12 welat dudil ma.
Danezana New Yorkê ya Der barê Tetbîqkirina Çareseriya Du Dewletî û Çareseriya Aştiyane ya Pirsgirêka Filistînê ya ku ji hêla Fransa û Erebistana Siûdî va hat pêşkêşkirin hedef dike ku dewleteke Filistînê ya ku Hemas tê da nîne bê naskirin û pevçûna Îsraîl-Filistînê bi rêya aştiyane bê çareserkirin.