İSTANBUL
Olîmpiyatên Havînê yên 2020an û Lîstikên Paralîmpîk piştî ku dan Tokyoyê bi hezaran Îstanbûliyên ku li Qada Sûltan Ahmetê kom bûbûn, gelek xemgîn bûn.
Îstanbûlî li qadê di destên xwe de bi alayên Tirkiyê û nîşaneya "Îstanbûl 2020" dihejandin û li benda biryara delegeyên IOCyê bûn. Di dema biryardayînê de Îstanbûlîyan bi kelecan li benda encamê sekinîn.
Piştî ku encam hat dayîn û biryar ji bo Tokyoya paytext a Japonyayê hat dayîn, Îstanbûliyên ku xemgîn bûn hêdî hêdî ji qadê vekişiyan.
Piştî encamê Waliyê Îstanbûlê Huseyîn Avnî Mûtlû jî diyar kir ku Îstanbûl dê ji bo olîmpiyatên 2024an amadehiyên xwe bidomîne û xebatên ku ji bo werzîşê tên kirin û ramedanên di vê qadê de jî dê bê navber dewam bikin.