Dinya

Li Îranê qirêjiya hewayê salê dibe sedema mirina 50 hezar kesî

Tolga Akbaba  | 11.12.2025 - Rojanekırın : 12.12.2025
Li Îranê qirêjiya hewayê salê dibe sedema mirina 50 hezar kesî

Istanbul

 Wezîrê Tenduristiyê yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Reza Zeferqendî anî ziman ku li Îranê qirêjiya hewayê salê dibe sedema mirina 50 hezar kesî.

Li gorî IRNAya ajansa fermî ya Îranê, Zeferqendî di civîna digel serokên zanîngehan da derbarê qirêjiya hewayê da daxuyanî dan.

Zeferqendî bal kişand ser wê yekê ku pirsgirêkên di warê tenduristiyê da bi rêjeyeke mezin ji ber faktorên aborî û civakî ne û got, "Yek ji pirsgirêkan jî mijara qirêjiya hewayê ye. Em dibin şahidê wê yekê ku salane 50 hezar kes ji ber qirêjiya hewayê canê xwe ji dest didin. Bi heman şêweyî serîlêdanên nexweşxaneyan jî derketine 2 qatan."

Zeferqendî destnîşan kir ku divê zanîngeh bi baldarî nêzîkî mijarên derbarê tenduristiyê bibin û got, "Heke em bixwazin di zanistên tenduristiyê da pêş bikevin, divê ku pispor piştevaniya zanîngehan bikin. Di warê tenduristiyê da derfetên aborî yên mezin hene."

- Sedema qirêjiya hewayê li Îranê

Li Îranê bi awayekî giştî sedema qirêjiya hewayê ji ber benzîna bêqalîte çêdibe.

Dema benzîna bêqalîte ji bo motorsiklêt, wesayitên kevnemodêl û santralên enerjiyê weke sotemenî tê bikaranîn, dibe sedema derketina xazên ku bandora neyênî li ser jiyana mirovan dikin.

Tevî ku ji bo têkoşana dijî qirêjiya hewayê weke hilberîna motorên hîbrîd, belavkirina motorsîkletên elektrîkê û hilberîna benzîna ​​Euro 5, tedbîrên curbecur, hatine girtin, dîsa jî Îran bi ser nakeve.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.